Proseya vegerandina termên Barzaniyên enfalkirî

Navenda Nûçeyan (K24) – Jenosîda Barzaniyan di sala 31. 07. 1983an de li ser çend qonaxan ji aliyê rejîma Beis a hilweşiyayî ve dest pê kir û zêdetirî 8 hezar peya û gencên Barzanî hatin enfalkirin.

Proseya lêgerîna li termên enfalkiriyên Kurdistanê bi giştî, yek ji karên pêşîne yên Serok Mesûd Barzanî bû, piştî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003an de, ew prose bi awayekî kirdarî dest pê kir. Heta niha ji 8 hezar şehîdan, tenê termên 700 Barzaniyên enfalkirî hatine dîtin û bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.