Karayilan: Di şerê Zapê de nêzîkî 90 gerîla hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan eşkere dike, di operasyona Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de di 3 meh û nîvan de, nêzîkî 90 gerîlayên wan hatine kuştin.

Karayilan derbarê operasyona Tirkiyê ya li Zap, Avaşîn û Metînayê de axivî û got: “Va ye 3 meh û nîv temam bûn, heya niha encama derketiye holê raber dike ku careke din dijmin bi ser neket. Plana xwe pêk neanîne. Di van 3 meh û nîvan de şerekî pir dijwar çêbû û hîn jî dom dike.”

Karayilan di derheqê ziyanên Tirkiyê di şerê Zapê de jî got, di dîroka şerê wan û dewleta Tirkiyê de ti caran şerekî wisa yê li ser hev û dijwar pêk nehatiye û ti caranjî dewleta Tirkiyeyê li Başûr ewqasî ziyan nedaye. Got jî, li gorî zanyariyan 1700 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Ev yek di demekê de ye, li gor amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di şerê Zapê de 50 leşker hatine kuştin.

Murat Karayilan aşkere kir jî, di nav 3 meh û nîvan de, di şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê de, heta niha nêzîkî 90 gerîlayên wan hatine kuştin.

Arteşa Tirkiyeyê di 18ê Nîsanê de li dijî bingehên PKKyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.