Til Rifet.. Keçek di êrîşeke artêşa Tirkiyê de hat kuştin

Til Rifet
Til Rifet

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşên hêzên ser bi artêşa Tirkiyê ve li ser bajarokê Til Rifet û gundên wê de, keçeke Efrînî hate kuştin.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê duhî 1ê Tîrmehê bajarokê Til Rifet û gundên derdora dan ber topan û di encamê de keçek bi navê Fehîme Fewzî Reşo hate kuştin.

Diyar kir jî, Fehîme Fewzî Reşo ji gundê Remedana ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ligel malbata xwe koçberî gundên derdora Til Rifetê bû.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, roja 26ê Tîrmeha borî bajarokê Tel Rifatê û gundên derdora wê, bi zêdetir ji 50 topî topbaran kiribû û di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûbûn û ziyanên mezin gihîştibû mal û milkên xelkê.

Du meh in Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du herêman kom kirine û bi awayekî berdewam topbaran dike.

Fehîme Fewzî Reşo
Fehîme Fewzî Reşo