Amedspor û Diyarbekirspor daxwaza dahatên yarîgehê dikin

Alîgirên Amedspor û Diyarbekirsporê li Qada Şêx Seîd kom bûn û çalakiyek li dar xistin û daxwaz kirin ku beşek ji dahatên Yarîgeha Diyarbekirê li tîmên bajêr werin levakirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Alîgirên Amedspor û Diyarbekirsporê li Qada Şêx Seîd kom bûn û çalakiyek li dar xistin û daxwaz kirin ku beşek ji dahatên Yarîgeha Diyarbekirê li tîmên bajêr werin levakirin. Rêveberên tîman jî amaje kirin ku li bajarên din rewş ne wisa ye û sedem dijayetiya hember Amedspor û Diyarbekirsporê ye.

Yarîgeha Diyarbekirê û dahatên wê li bajêr dibe cihê nîqaşê û tîmên di Yarîgeha Diyarbekirê de yarîyên xwe dileyîzin dibêjin mafên tîman e jî ji dahatên yarîgehê sûdê werbigrin.

Di vê çarçoveyê de alîgirên Amedspor û Diyarbekirsporê li Qada Şêx Seîd çalakiyek li dar xistin û daxwaza cîbicîkirina dadweriyê kirin. Rêveberên tîman jî amaje kirin ji bo ku deriyên nû yên dahatê vebikin ew jî serî li rêbazên gorî derfetên xwe didin.

Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim ji K24ê re ragihand: “Me ji xwe re qadên nû yên reklamê saz kirine. Em ê di nava tesîsên xwe yên rahênanê de panoyên reklamê danin û reklaman bistînin. Daxwaza me ew e ku em xwe ji bin vî barê giran derxin û em hêvî dikin demek nêz de ev pirsgirêk çareser bibe.”

Alîgirên Amedspor û Diyarbekirsporê di wê baweriyê de ne ku tîmên bajêr ji ber nasnameya xwe rastî helwestên wisa tên û balê dikêşin ku herdu tîman di salekê de 2 milyon û 300 hezar lîre pereyê kirê dane lê ji dahatan bêpar in.

Serokê Komeleya Berxwedanê ya Alîgiran Ramazan Tugay ji K24ê re diyar kir: “Li bajarên din bihayê kirêya yarîgehê 15-20 hezar e, lê li vê derê 75 hezar e û dahatên reklam û kantînê jî nayên dayîn.”

Parlamenterê berê yç Êlihê yê HDPê Mehmed Alî Aslan jî destnîşan kir: “Tîmên Kurdistanê rastî helwestên wisa tên. Sedema van helwestan jî ne spor e, sedem nasnameya bajaran e.”

Mafê bikaranîna Yarîgeha Diyarbekirê destê Wezareta Werzîşê de ye û tîmên bajêr dibêjin ji xwe yarîgehên heyî têra tîman nakin û divê yarîgehên nû werin avakirin û divê lêçûn û dahatên tîman berçav werin girtin.

Alîgirên Amedspor û Diyarbekirsporê dibêjin yarîgeh li Diyarbekirê hatiye çêkirin lê ne ji bo Diyarbekirê hatiye çêkirin û bang dikin ku Federasyona Futbola Tirkiyeyê TFF vê pirsgirêkê çareser bike.