Nancy Pelosi bi balafireke serbazî gihîşte Taywanê

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bi rêya Balafirgeha Taipei gihîşte Taywanê.
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bi rêya Balafirgeha Taipei gihîşte Taywanê.

Ajansa nûçeyan a Bloomberg beriya niha ragihandibû, şanda Encûmena Nûneran a Amerîkayê dest bi geşta xwe ya bo parzemîna Asyayê kir, Taywan jî di nav wan welatan de ye ku dê serdanê bikin.

Endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Rick Larsen beriya niha ragihandibû, rayedarên Çînê zextê li ser Washingtonê dikin, da ku rê li ber geşta Nancy Pelosi bo Taywanê bigrin, ji bo vê mebestê, rayedarek li Balyozxaneya Çînêya li Amerîkayê çendîn pêwendî kirine.

Serokê Komara Gel a Çînê Şî Cînpîng li ser vê mijarê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden axiviye û hişyarî daye "li ser Taywanê bi agir nelîzin".