Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê: Li ser rewşa Iraqê nîgeran im

“Ji ber pêşhat û aloziyên siyasî yên Iraqê, nîgeran im.”
Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê Mark Bryson
Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê Mark Bryson

Hewlêr (K24) – Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê Mark Bryson nîgeraniya xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de nîşan da û pêşwaziyê li her hewleke gotûbêja li ser vê mijarê dike.

Mark Bryson li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji ber pêşhat û aloziyên siyasî yên Iraqê, nîgeran im.”

Bryson di twîta xwe de dibêje: “Ez pêşwaziya germ li her hewleke gotûbêjê dikim, ez hemû aliyan jî han didim ku ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê qeyrana siyasî, kar bikin.”

Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê daxwaz dike, li ser bingeha destûrê hikûmetekê pêk bînin ku di xizmeta welatiyên Iraqê de be.

Mark Bryson dibêje, pêwîstiya Iraqê bi temamkirina rêya demokrasiyê heye, bi vê rêyê, desthilatê bi aştiyane veguhezînin.

Herwiha gotiye: “ Gelê Iraqê hêjayî aştî, seqamgîrî û pêşketinê ye.”