Sibe Pelosi dê ligel Serokê Taywanê bicive

Tevî gefên tund ên Çînê, balafira serbazî ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi gihîşte welatê Taywanê û sibe dê ligel serokê wî welatî bicive
Dema gihîştina Pelosi bo Taywanê
Dema gihîştina Pelosi bo Taywanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî gefên tund ên Çînê, balafira serbazî ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi gihîşte welatê Taywanê û sibe dê ligel serokê wî welatî bicive.

Piştî gihîştina Nancy Pelosi bo welatê Taywanê, Çînê demildest sîstema berevanî ya esmanî, li esmanê Taywanê çalak kir û artêşa xwe xiste rewşa amadebaşiyê, herwiha firokeyên şer jî şandin esmanê Taywanê û gefa encamdana operasyona serbazî dixwe.

Berdevkê Wezareta Berevanî yê Çînê ragihand, ew ê rêzeoperasyonên serbazî yên diyarkirî encam bidin.

Herwiha eşkere kir ku Çîn dê berevaniya serwerî û yekbûna axa xwe bike û ji bo serxwebûna Taywanê li dijî destwerdana derekî ye.

Wezareta Derve ya Çînê jî ragihand, tiştê ku Amerîka dike, paşguhkirina prensîpa yek Çîn e û lîstina bi agir e, kesê ku bi agir bilîze, dişewitîne, eger Washington li ser vê siyaseta xelet berdewam be, divê berpirsyariya encamên wê jî bigre ser xwe.

Dema gihîştina Pelosi bo Taywanê