Tevgera Sedir: Em di mangirtinê de berdewam in

Lijneya Navendî ya Şoreşa Aşûra ya Tevgera Sedir di yekem daxuyaniya xwe de diyar kir, alîgirên Tevgera Sedir mangirtina xwe didomînin.
Alîgirên Tevgera Sedir
Alîgirên Tevgera Sedir

Hewlêr (K24) – Lijneya Navendî ya Şoreşa Aşûra ya Tevgera Sedir di yekem daxuyaniya xwe de diyar kir, alîgirên Tevgera Sedir mangirtina xwe didomînin.

Şoreşa Aşûra di daxuyaniyekê de tekezî li mangirtina li derdora avahiya Parlamentoya Iraqê dike.

Lijneyê eşkere kiriye, ji bo parastina milk û samanên giştî, vekişîn tenê ji hola parlamentoyê ye.

Herwiha diyar kiriye, karê vê lijneyê yekxistina wan xwepêşanderan e, ku ji nav Bexda û derve, berê xwe didin mangirtin û xwepêşandanê.

Beriya niha Tevgera Sedir bi rêya hesabê Twitterê yê Salih Mihemed Iraqî lijneyeke taybet ji bo karûbarên xwepêşandanan ragihand, ku karûbarên xwepêşanderan û mangirtina alîgirên Tevgera Sedir rêk û pêk dike.