Li Xaneqînê DAIŞê êrîşê xaleke artêşa Iraqê kir

2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn
Rêbendeke artêşa Iraqê li Qeretepe
Rêbendeke artêşa Iraqê li Qeretepe

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê li gundekî Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke artêşa Iraqê li gundê Keşkolê yê ser bi Nahiya Qeretepe ve kir û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Her wiha got, termên her du leşkerên kuştî û her du birîndar ji bo nexweşxaneya Gulale ve hatin veguhastin.

Diyar kir jî, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞ û artêşa Iraqê derket. Piştre jî hêzeke artêşa ji Qeretepe bi hawara wê xala leşkerî ve çû, lê di rê de bombeyek bi wan de jî teqiya.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xirap e û DAIŞ bi berdewamî êrîşî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê dike, ji ber wê yekê jî hejmarek ji gundên Kurdnîşîn jî vala bûne.