Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

"Hemû aliyên siyasî rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê DAIŞê, cîbicî bikin."
Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski
Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski

Hewlêr (K24) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz kir, rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê, werin cîbicîkirin.

Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê Twitterê, tevî pabendbûna Amerîkayê ji bo dilniyabûna wê yekê ku careke din DAIŞ îdeolojiya xwe ya rik û kînê nesepîne, daxwaz kiriye ku hemû aliyên siyasî rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê DAIŞê, cîbicî bikin.

Îro çarşemê 3yê Tebaxê, heşt sal di ser dagirkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê û jenosîda Êzidiyan re derbas bûn.

Desthilatdariya DAIŞê li ser Şingalê dirêj nebû û di roja 13ê Mijdara 2015an de hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di operasyonekê de bi serperiştiya Serok Barzanî, Şingal ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kir.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg di heşt saliya dagirkirina Şingalê de gilî û gazinên xwe li ser hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî anî ziman û got: “Sozên xwe li hember Êzidiyan bi cih neanîn.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sozên avedankirina Şingalê û qerebûkirina xelkê, diyarkirina çarenivîsa sê hezar xwişk û birayên me, vekirina gorên bikomî û hewlên ji bo nasandina vê karesatê wek jenosîd, dabûn me, lê mixabin heta niha wan tiştek ji wan bi cih neaniye.”

Herwiha destnîşan kir: “DAIŞ nema û tevî derbasbûna heşt salan jî, hîn xelkê me di bin konan de dijîn. Xelkê me koçber û derbider bûne û heta niha îro jî ferman li ser xelkê me berdewam e.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg daxwaz ji civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navdewletî kir, pirsgirêkên Şingalê û xelkê çareser bikin.