Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina parlamento û hilbijartinên pêşwext dike

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir.
Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir
Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir

Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir.

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kir, tiştê niha rûdide, milmilaniya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku beşdarî hilbijartinên bê bike.

Sedir destnîşan kir : “Em ne li dijî ti kes û aliyekî ne, ewên ku dixwazin me bikujin, weke ku di tomarên dengî de hatiye, em ji ber xoşewîstiya niştiman û gelê, ji bo wan hîdayetê dixwazin.”

Herwiha got: “Me ligel wan gotûbêj ceriband, me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat, piştre gel gotina xwe got, gotûbêja ligel wan sûdê nade.”

Muqteda Sedir dibêje: “Em ti car rijandina xwînê naxwazin, lê belê çaksazî bi qurbanîdanê dibe, ez amade me ku şehîd bibin ji bo çaksazî û rizgariya gel û niştiman.”

Di beşeke din a peyama xwe de Sedir diyar kir: “Ey xelkê Iraqê, eger hûn guhertin û çaksaziyê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin, hûn dizanin.”

Herwiha got: “Ji bo ku sûdeke esmanî û piştevaniya Xwedê ji bo hemûyan be, ez bawer im piraniya gel ji vê çîna desthilatdar tije bûye, em jî jê ne razî ne.”

Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir eşkere kir: “Em bi rêya proseyeke demokrat a aştîxwaziya şoreşgeriyê, daxwaza çaksaziyê dikin.”