Fazil Mîranî: Hilweşandina parlamentoyê ne hêsan e

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî: Çavê hemû aliyên Iraqî li Serok Barzanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî li ser rewşa siyasî ya niha ya Iraqê radigihîne: “Hilweşandina parlamentoyê, ne hêsan e”

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir duhî peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir û xwast piştî hilweşandina xuleya niha ya parlamentoyê, hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Di vê derbarê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro Pêncşemê li merasîma çilrojiya koçkirina Kargêrê Liqê 16 ê PDKê Şefîq Zirarî de li ser rewşa Iraqê axivî, lê helwesta partiya xwe derbarê hilweşandina parlametoya Iraqê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext de aşkere nekir û tenê got: “Hilweşandina parlamentoyê, ne hêsan e”

Fazil Mîranî got jî: “Çavê hemû aliyên Iraqî li Serok Barzanî ye”

Nêzîkî 10 mehan e hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatine kirin, lê belê heta niha hikûmeta nû nehatiya pêkanîn. Alîgirên Muqteda Sedir jî 6 roj in li dijî nazmedê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo postê Serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest bi xwepêşandanê kirine.

Heta niha çendîn alî û serkirdeyên Îraqê daxwaz dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, li hev bicivin û guftûgoyên cidî bikin.