54 efser û karmendên Kurd bi tometa “beşdariya di referandumê de” tên dadgehkirin

Ew efserên ser bi Rêveberiya Polîsa Kerkûkê ve bi wê yekê tên tometbarkirin ku wan beşdarî di proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an de kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê îro ji bo darizandina hejmarek ji efserên ser bi Rêveberiya Polîsa Kerkûkê ku beşdarî di proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017an de kirine, dicive.

Fermandarê Polîsa Kerkûkê Lîwa Kawa Xerîb ji K24ê re ragihand, doza dadgehkirina wan efseran vedigere berî sê salan, sedema wê jî ew e ku wan efseran beşdarî di proseya referanduma serxwebûnê de kirine ku li gorî yasaya Iraqê, nabe endamên hêzên ewlehiyê beşdariyê di proseyekê de bikin ku dewlet piştevaniyê lê neke, erkê van efseran jî di çarçoveya dewleta Iraqê de ye.

Lîwa Kawa Xerîb got: “Ji bo zehmetiya çûnûhatina wan efserên Kurd, li ser daxwaza me, dadgehkirin ji Mûsilê bo Kerkûkê hat veguhastin û heftane du rojan tîmek ji Mûsilê dihan Kerkûkê û lêkolînê di wê derbarê de dikin.”

Her wiha Lîwa Kawa Xerîb geşbîniya xwe derbarê vê dozê de nîşan da ku dê di berjewendiya efserên Kurd bi dawî bibe, her du aliyan nermî nîşan dane û ew efser dê li gor madeya 29 ya yasaya sizadanê bêne dadgehkirin û cezayên wan dê ne giran be.

Referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan û %93ê xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê gotin "Belê", lê belê Wezareta Navxwe ya Iraqê daxwaza dadgehîkirina efser û karmedên beşdarî di referandumê de kirine dike.

Rêveberiya Polîsa Kerkûkê dosyeyên wan efserên Kurd ji bo dadgehkirina bi tometa beşdariya wan di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ya di 25ê Îlona 2017ê de hatibû encamdan, li ser daxwaza Wezareta Navxwe ya Iraqê şandibûn Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê.

Dîroka vê dozê vedigere 26ê Cotmeha 2017ê (mehek piştî referandumê), tevî ku ev dosya demekê hatibû rawestandin, Wezîrê Navxwe yê Iraqê roja 17ê Adara 2021ê bi nivîseke fermî de bo Rêveberiya Polîsê Kerkûkê de, daxwaz kir ku careke din ev efser bêne dadgehkirin.