Kurdên Filistînê.. Dîrok, şûnwar û windakirina nasnameyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîroknas dibêjin, hebûna Kurdan li Filistînê vedigere dema Sultanê Kurd Selahedîn Eyûbî, ku ew di sala 1187an de wek şervan ji bo rizagrkirina wê ji destê Frankan hatin. Koça duyemîn bi armanca bazirganiyê di dema Memlûkan de bû ku wan desthilatdariya Eyûbiyan mîras girtibûn. Koça sêyemîn jî di dema Osmaniyan de ji bo wergirtina post û karên hikûmetê hat.

Di dema desthilatdariya Memlûkan de, koçberiya Kurdan ber bi Filistînê ve zêde bû, bi taybet bo Xezzayê, ji ber ku Xezza Şam û Qahîreyê bi hev girê dide, ew her du paytext jî ên herî girîng ên dewleta Memlûk bûn û xala hevdîtina bazirganên Hindistan, Hecaz û Yemenê bû ku berhemên xwe yên biharat, bixûr û yên din bi rêya bendera kevin a Xazzayê bû ku wê serdenê bendera tekane ji bo hinardeya bo Ewropayê bû.

Taxa El-Şuca’iye ya li rojhilatê bajarê Xezzayê, yekemîn taxa Kurdan li bajêr bû. Navê “Şuca’iye” jî ji “Şucaeddîn El-Kurdî” hatiye wergirtin. Ew şervanekî Kurd yê bajarê Mûsilê bû û tevlî artêşa Sultan Selahedîn Eyûbî bûbû û di sala 1240 de şerê Xazzeyê yê di navbera Xaçperestan û Misilmanan şehîd bûbû. Misilman di wî şerî de bi ser ketin û bi navê Şucaiyê li wê meydanê kirin.

Ji “Taxa Kurdan” Şuca’iyê, yekemîn avahiya Kurdan a li Filistînê ava bû, îro jî ev tax di nav xwe de gelek şûnwarên ku di serdema Memlûk û Osmaniyan de li ser destê Kurdan hatine avakirin hene. Qesra Hehet, Mizgefta Bin Osman û “Mizgefta Seyida Ruqeye jî di nav wan de, heta îro jî mane.

Qesra Hehet ji aliyê Muxtarê Kurd Îbrahîm Hethet ê Rojavayê Kurdistanê bi armanca bazirganiyê hatiye wê taxê, hatiye avakirin û ev qesr heta roja îro jî maye.

Hebûna Kurdan ji Xazzeyê ber bi Qudis, El-Xelîk û bajarên din ên Filistînê ve berfireh bû. Kurdên li Filistînê navê xwe di destanên şoreşa Filistînê û Rêxistina Rizgariya Filistînê de tomar kirin, ji ber wê jî rêberê koçkirî yê Filistînê Yasir Erefat di sala 1999 de “Komeleya Dostaniya Filistîn – Kurd” ava kir.

Gelek malbatên Kurd li bajarê Xezzayê dijîn, di nav wan de malbata El-Zaza li gundê El-Kufxa. Li Teberiyayê jî malbata El-Kurdî ya ji eşîra Îzolan dijîn. Hikûmeta Deshilatdariya Brîtanî jî Mihemed Eyûb Zaza (Ebû Eyûb El-Kurdî) wek Muxtarê Misilmanên bajarê Teberiyayê destnîşan kir. Her wiha malbata Bakdaş, malbata Xelîl El-Kurdî (Ceres) û malbata Bekir Axa (Îzolî) û bapîrê wan Bekir Sidqî Axa (Îzolî) jî li Teberiyayê hene.

Tiştê balkêş ew e ku piraniya Kurdên Filistînê, ji ber hebûna wan a nêzîkî nehsed salî li Filistînê, bûne Ereb. Ev dema dirêj jî bû sedem ku ew di civaka Erebî de bihelin û êdî tiştek wan bi Kurdîtiya wan ve girê nade, ji bilî gotina hinekan ji wan: “Eslê me Kurd e”