Kiliçdaroglu li Roboskiyê: Divê ev bûyer were ronîkirin

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, serdana malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê kir.
kurdistan24.net

Şirnex (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, serdana malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê kir. Kiliçdaroglu ji malbatan re got; ji bo ku soza ronîkirina vê bûyerê bidim hatime vê derê. Malbatan jî ji Kiliçdaroglu xwestin ku dema biçe Enqereyê wan ji bîr neke û ji bo cîbicîbûna dadweriyê arîkariya wan bike.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yekem car hate gundê Roboskiyê. Kiliçdaroglu bi malbatên 34 qurbaniyên komkujiya 28ê Kanûna 2011an hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinê ji saetekê zêdetir dewam kir. Di hevdîtina taybet de, malbatên ku ev 11 salên şîna zarokên xwe digirin û cilên reş û şîn li xwe dikin ji Kiliçdaroglu û hevjîna wî re behsa zarokên xwe yên bûne qurbanî kirin. Kiliçdaroglu guhdariya malbatan kir û piştî hevdîtinê daxuyand, heta ku ev bûyer ronî nebe êşa dilê dayîkan nadane.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Êşa malbatan hê jî xilas nebûye. Heger dadwerî were vî welatî divê ev êş bi dawî bibe. Divê ev bûyer were ronîkirin. Ji bo ku ez soza ronîkirina vê bûyerê bidim ez hatime vê derê. Piştî ku bûyer ronî bû wê demê mirov dikare hevdû fihêl bike. Em dizanin yên ku canê xwe ji dest dane venagerin lê belê divê em dawiyê li êşa dilê van dayîkan bînin.”

Kiliçdaroglu di nava bergiriyên ewlekariyê yên berfireh de serdana gundê Roboskiyê kir. Kiliçdaroglu ji malbatan re got, dema ku edalet hat cîbicîkirin dê wê demê aramî jî hebe. Malbatên ku ev 11 sal in şîna zarokên xwe digirin dibêjin; heta ku berpirsên siyasî û serbazî yên qetlîama Roboskiyê neyên dadgehkirin, dilê wan rihet nabe.

Abdulazîz Encu ku bavê qurbanî Salih Encu ye, ji K24ê re diyar kir: “Me ji Kiliçdaroglu daxwaza cîbicîkirina edaletê kir. Em dixwazin ew kesên ku zarokên me bombebaran kirine bêne dadgehkirin. Daxwaza me ev e, me tiştek din nevê, em daxwaza pereyan nakin. Me pereyên wan navên.”

Dayîka qurbaniyekî Roboskiyê Amîne Encu got: “Gelek caran siyasetmedar û şande hatine Roboskiyê û ji me re her tişt gotine lê belê heta niha jî ti edalet nehatiye. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin êdî zarokên ti kesî neyên kuştin û Roboskî bibe ya dawiyê.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî wekî gelek siyasetmedaran hate gundê Roboskê, guhdariya malbatan kir û dê ji vir vegere Enqereyê. Lê belê ev malbatên ku bi êş û azarên xwe ve mane, dixwazin ku siyasetmedarên wekî Kiliçdaroglu dema ku tên vir û diçin Enqereyê wan ji bîr nekin. Û dema ku bibin desthilatdar vê meseleyê, ango qetlîama Roboskiyê zelal bikin.