Çînê siza bi ser Pelosi de sepand

Wezareta Derve ya Komara Gel a Çînê hejmarek siza bi ser Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi de sepandin.
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Komara Gel a Çînê hejmarek siza bi ser Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi de sepandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê, Nancy Pelosi bi awayekî metirsîdar destwerdan di karûbarên navxwe yên Çînê de kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, Pelosi silametiya Çînê û axa niştimana welat xistiye metirsiyê, loma siza bi ser wê de têne sepandin.

Li gor biryara Wezareta Derve ya Çînê, Nancy Pelosi û hemû endamên malbata wê, dê siza bi ser wan de werin sepandin.

Çend roj berê, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bêyî ku guh bide nerazîbûna Çînê, serdana welatê Taywanê kir û ji ber vê yekê pêwendiyên Çîn û Amerîkayê ber bi qonaxeke dijwartir ve diçe.