Putin û Erdogan civiyan

Civîna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hat.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Hewlêr (K24) – Civîna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hat.

Di civînê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, divê hevbeşên Ewropayê rola Tirkiyê ya li ser dabînkirina gazê, bilind binirxînin.

Vladimir Putin diyar kir, xeta gazê ya Tirkiyê, şahdemara herî girîng a dabînkirina gazê ye ji bo Ewropayê.

Putin got: “Em ê di gotûbêja xwe de li ser çendîn mijarên aborî û bazirganiyê rêkeftinê bikin.”

Herwiha destnîşan kir, "em helwesta Tirkiyê li ser veguhestina genimê Ukraynayê, girîng dibînin û civîna me dê guherînan li navçeyê pêk bîne".

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ragihand, ew li ser dosyeyên girîng ên enerjî û alîkarî û hevahengiya herdu aliyan, gotûbêjê dikin.