HDP mîtînga “Çareserî Em in, Na ji Şer û Dagirkeriyê re” li Diyarbekirê li dar dixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li bajarê Diyarbekirê mîtînga “Çareserî Em in, Na ji Şer û Dagirkeriyê re” lidar dixe.
Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê da zanîn, Mîtînga HDPê îro demjimêr 17.00 li qada îstasyonê ya Diyarbekirê bi beşdariya Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDPê dest pê dike.
HDPê duh jî ji bo beşdarbûna mîtîngê li tax û kolanên Diyarbekirê belavok belavkirin û banga beşdarbûnê li welatiyan kirin.
HDP sibe jî li qada Kartala Stenbolê mîtînga ji bo çareseriyê lidardixe. HDPê ji bo mîtîngê serî li parêzgariya Stenbolê dabû û destûra mîtîngê wergirt.