Soylu: Me li Idlibê 62 hezar xanî ji koçberên Sûrî re ava kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragehand, wan li parêzgeha Idlib ya Sûriyê zêdetir ji 62 hezar xanî ji koçberên Sûrî re ava kirine û dê heta dawiya îsal herî kêm 40 hezar xaniyên din jî, ava bikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sileyman Soylu li ser Twitera xwe dîmenên xaniyên ku li parêzgeha Idlib ya Sûriyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne hatine ava kirine, belav kir.

Soylu got, heta vê gavê 62 hezar û 145 xanî bi dawî bûne û dê heta dawiya îsal hejmara xaniyan bigehînin 100 hezar û 603an.

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, ew xanî bi fermana Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û bo vegera “bi rûmet û xwebexşane” ya koçberên Sûrî hatine avakirin. 

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di meha Gulana borî de gotibû, hikûmeta wî projeyek amade kiriye ta ku nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li 13 “herêmên ewle” yên ku ew ê li bakurê Sûriyê ava bike, cîbicî bike.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) jî derbarê plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de dibêje: “Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dildarî' ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li nava axa Sûriyê ya li ser sînorê xwe yê başûr, ji Ezazê heta Serê Kaniyê, bi cih bike. Ev proje dikeve çarçoveya guhertina demografiya wan deveran, bi taybet jî herêma Efrînê.”