Droneke Tirkiyê otomobîlek li nava Qamişlo bombebaran kir

Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nava taxa Pîşesazî ya Qamişlo bombebaran kir
Teqîna Qamişlo
Teqîna Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîlek li nava taxa Pîşesazî ya Qamişlo ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin û li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji nava bajarê Qamişlo ji K24ê re got, droneke artêşa Tirkiyê îro danê êvarê otomobîlek li nava taxa Pîşesazî ya Qamişlo bombebaran kir.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encamê de ciwanek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne û ew ji bo nexweşxaneya Rihme ya Qamişlo hatine veguhastin.

Ev yek di demekê de ye, di dema dawî de êrîşên bejayî û asmanî yên Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de ne, zêde bûne.

Hevdem ligel gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Enqere fermandarên HSDê û kadroyên PKKê li ser xeta sînor dike armanc.