Artêşa Tirkiyê li Mêrdînê dest bi operasyonek nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyonek nû ya bi navê “Eren-Dorpêç 31” kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyê li bajêrê Mêrdînê bi beşdariya 528 hêzên ewlekariyê dest bi operasyonek nû kiriye. Hêzên taytet, Cendirme û parêzvanên gund tevlî operasyonê bûne.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de tê gotin, armanca operasyonê nehiştina PKKê li sînorên Tirkiyeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon li çiyayê Bagokê yê Mêrdînê li dijî gerilayên PKKê hatiye destpêkirin û tekezî li berdewamiya operasyonên din jî hatiye kirin.

Artêşa Tirkiyê di dawiya meha borî de jî li navçeya Nisêrbînê ya Mêrdînê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kiribû.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2017ê ve operasyonên bi navên cuda li dijî gerilayên PKKê li Bakurê Kurdistanê pêk tîne.