Wezîreke Tirkiyê: Em hewl didin li bakurê Sûriyê dewleteke Kurdî neyê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Karûbarên Civakî ya Tirkiyê ragihand, hewl tê dayîn li bakurê Sûriyê dewleteke Kurdî bê avakirin û ew jî hewl didin ku ew dewlet neyê avakirin.

Wezîra Karûbarên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik di serdana xwe ya  ji bo Edeneyê de li ser pirsa vegeradina koçberên Sûrî de ragihand, “Piştî sala 2023an, ti koçberekî Sûrî li Tirkiyê namîne. Em niha koçberan karwan bi karwan dişînin wî welatî.”

Yanik got jî: “Armanc me ne tenê parastina penaberan e, armanca me ew e li bakurê Sûriyê dewletek Kurdî neyê avakirin. Em ewqas şehîdan vale nadin. Niha Tirkiye li bakurê Sûriyê ji bo dewlek Kurdî neyê avakirin têkoşînê dike. Avakirina dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê tê wateya parçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Ev daxuyaniya Wezîra Karûbarên Civakî ya Tirkiyê di demekê de ye, ji du mehan zêdetir e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Erdogan roja 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de jî ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”

Bi vê gefa Tirkiyê ya avakirina “herêmeke ewle” li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re, Tirkiye demek e komelgehên nişticihbûnê li Idlib û Efrîn ava kirine û dibêje ew ê, milyonek koçber li wan herêman bi cih bike.

Di vê derbarê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) jî derbarê plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de hişyarî da û pêştir di daxuyaniyekê de got: “Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dildarî' ragihandiye, da ku milyonek koçberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li nava axa Sûriyê bi cih bike. Ev proje dikeve çarçoveya guhertina demografiya wan deveran, bi taybet jî herêma Efrînê.”