Mihemed Hacî Mehmûd: Çareseriya rewşa Iraqê konfederalî ye

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê ragihand, encamdana hilbijartinên pêşwext, ti kêşeyeke Iraqê naguherîne.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, encamdana hilbijartinên pêşwext û guherîna sîstema siyasî, ti kêşeyeke Iraqê naguherîne û yekane çareseriya rewşa Iraqê konfederalî ye.

Mihemed Hacî Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Sîstema îro ya Iraqê, sîstema parlamenteriyê be an her sîstemeke din be, eger hilbijartinê pêş bixin an paş bixin, ev ti car rewşa Iraqê çareser nakin.”

Mehmûd destnîşan kir: “Iraq nabe ew Iraqa yekbûyî ya ku ew li bendê ne, ji ber ku Iraq ji sala 1921ê ve û piştî peymana Sykes-Picot û Şerê Cîhanî yê Yekem, li ser sê wîlayetên Mûsil, Bexda û Besra ve bi hev ve hatiye girêdan.”

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê destnîşan kir ku li Iraqê nekarîne bi hev re kar bikin û li hev nekirine, niha jî divê şêwaz û sîstemeke din were dîtin, ew jî sîstema konfederalî ye.