Li balafirgeha serbazî ya Qirimê teqînekê rûda

Tîmên agirkuj gihîştine cihê bûyerê û lêkolînên li ser sedema teqînê hatine destpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li balafirgeha serbazî ya Qirimê ku di destê hêzên Rûsyayê de ye, teqînekê rûda.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, li depoya balafirgeha serbazî ya nêzîkî cihê niştecîbûnê yê Novofedorivka yê li Qirimê, teqînekê rûda, ku cebilxaneyên firokeyan tê de bûn.

Hat eşkerekirin ku ji ber teqînê ziyanê canî derneketiye holê û herwiha ziyan negihîştiye firokeyên li balafirgehê.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê diyar kir, tîmên agirkuj gihîştine cihê bûyerê û lêkolînên li ser sedema teqînê hatine destpêkirin.