Wezîrê Berevanî yê Iraqê daxwazekê ji artêşê dike

Piştî têkçûna rewşa siyasî ya Iraqê û encamdana xwepêşandan û mangirtina ji hêla alîgirên Tevgera Sedir ve, Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad ji artêşê daxwaz kir, xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixin.

Hewlêr (K24) – Piştî têkçûna rewşa siyasî ya Iraqê û encamdana xwepêşandan û mangirtina ji hêla alîgirên Tevgera Sedir ve, Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad ji artêşê daxwaz kir, xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixin.

Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad ligel fermandarên serbazî, cîgirên serokerkan û rêveberê îstixbarata serbazî civiya û daxwaz kir, xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixin, ji ber ku Iraq di rewşeke metirsîdar re derbas dibe.

Cume Înad diyar kiriye: “Erkê me yê pîroz, parastina gel û niştimanê ye, divê artêş di sînorê xwe yê diyarkirî de xizmetê bike.”

Înad tekez kiriye: “Divê em bi hestyarî kar bikin, çimkî dijmin li şert û mercan digere.”

Roja 25ê Tîrmeha 2022yan, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan, Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîriya Iraqê kire namzed. Roja 30ê Tîrmeha 2022yan, alîgirên Tevgera Sedir li dijî pêngava Çarçoveya Hevahengiyê ji cadeya komarî ve ber bi navçeya Kesk bi rê ketin û piştre derbasî nav Parlamentoya Iraqê bûn.

Herwiha îro jî Tevgera Sedir ji alîgirên xwe daxwaz kir, sibe înê li hemû bajarên Iraqê xwepêşandanan encam bidin.