Hinardeya OPEC zêde bûye

Hinardeya petrolê ya heft welatên endamên rêxistina OPECê di meha Tîrmehê de zêde bûye.

Hewlêr (K24) – Hinardeya petrolê ya heft welatên endamên rêxistina OPECê di meha Tîrmehê de zêde bûye, ku Iraq yek ji wan welatan e.

Hinardeya petrolê ya OPECê di meha borî de rojane bi qasî 216 hezar bermîl petrol zêde bûye û rojane gihîştiye 28 milyon û 896 hezar bermîl petrol.

Li gor raporta mehane ya OPECê, herî zêde welatê Erebistana Siûdî petrol hinarde kiriye, ku asta berhemanîna wê bi qasî 158 hezar bermîl bo 10 milyon û 714 hezar bermîl petrola rojane zêde bûye.

Piştî wê, welatê Îmaratê rojane bi qasî 48 hezar bermîl petrol û Kuweyt jî di pileya sêyem de ye û rojane 47 hezar bermîl zêde kiriye.

Li gor raportê, Iraqê rojane 30 hezar bermîl petrol zêde kiriye, bi giştî berhemanîna rojane gihîştiye 4 milyon û 496 hezar bermîl petrola rojane, herwiha li gor heman meha par, bi qasî 447 hezar bermîl petrol zêdetir berhem aniye.

Herwiha di raportê de hatiye eşkerekirin ku çend welat asta berhemanîna xwe kêm kiriye, weke welatên Venezuela, Angola, Lîbya û Kongo.