AK Partî dixwaze careke din vegera siyaseta “bi welatên cîran re sifir pirsgirêk”

AK-Partî ji roja hatiye ser desthilatê ve, di siyaseta xwe ya derve de gelek xetên guherînê yên siyasî ava kirin
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 21 sal bi ser damezirandina AK-Partiyê derbas dibin. Ev partî ji roja hatiye ser desthilatê û heta niha bi tena serê xwe Tirkiyê bi rê ve dibe. Hikûmeta AK-Partiyê di siyaseta xwe ya derve de gelek xetên guherînê yên siyasî ava kirin. Di destpêka desthilata xwe de stratejiyeke bi navê “bi welatên cîran re sifir pirsgirêk” ji xwe re kiribû armanc. Ev siyaset piştî şerê Sûriyeyê têk çû û Tirkiye ji bilî cîranên xwe, bi welatên mezin ên cîhanê re jî tûşî krîzên mezin bû. Lê di demên dawî de Tirkiye dîsa dixwaze vegere ser siyaseta xwe ya “sifir pirsgirêk”.

Di siyaseta derve ya 21 salên AK-Partiyê de tibabek kêşe û vekêş, bijartinên ji hev cûda yên siyasî û xetên guherînê hene.  

AK-Partî dema hate ser desthilatê di siyaseta xwe ya derve de, doktrîneke bi navê “bi welatên cîran re sifir pirsgirêk” dabû pêşiya xwe û ev doktrîn paşê di pirtûka serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutogluyî ya bi navê “Kûrayîya Stratejîk” de hatibû berfirehkirin. Tirkiye dixwest bi vê siyaseta xwe, pêwendiyên nêzik ava bike û bibe hêzeke navdewletî.

Ev siyaset, di salên destpêkê yên desthilata AK-Partiyê de serketibû, lê piştî 2010ê bi êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiyekê Tirkiyê û bi taybetî piştî şerê navxwe ya Sûriyê, Enqere ji wê stratejiya xwe dûr ket û ji siyaseta sifir pirsgirêk veguherî gelek pirsgirêk.

Tirkiye, piştî krîza Sûriyê, bi piraniya cîranên xwe yên wekî Îraq, Îran, Yunanîstan û Ermenîstanê re tûşî aloziyên cidî bû.

Pêwendiyên Enqerê piştre ji ber kuştina rojnameger Cemal Kaşikçî bi Siûdiyê re, ji ber tohmeta piştgirîkirina hewla kudetaya leşkerî ya 15ê Tirmehê bi Îmaratê re û ji ber hilweşandina desthilata Îxwan Muslîmîn bi Misire re aloz bûn.

Tirkiye ne tenê bi welatên li navçeyê re, lê belê bi Amerîka û Ewropayê re jî krîzên mezin derbas kirin.

Kirîna mûşekên S-400, doza Halkbankê, Fetullah Gulen, zindanîkirina Kêşe Andrew Brunson û piştgirîkirina li YPGê, kirîzn mezin ên Tirkiyê û Amerîkayê bûn û ji ber van sedeman Enqere hatibû cezakirin.

Pirsa penaberan, pabendnebûna Tirkiyê bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û binpekirina maf û azadiyên bingehîn, çend pirsgirêkên sereke yên Enqereyê û Yekîtiya Ewropayê ne.

Tirkiye digel ku endamê NATOyê ye, pêwendiyeke nêzik bi Rûsyayê re jî daniye û ev pêwendî birûskên welatên rojavayî jî girtiye ser xwe.

Lê bûyer û pêşhatên dawî wisa nîşan didin ku Tikriye careke din vedigere ser siyaseta xwe ya berê ya “sifir pirsgirêk”.

Siyaseta hevseng a Tirkiyê ya di şerê Rûsya û Ukraynayê de, bala cîhanê kişand ser xwe û Enqere di heman demê de bi Amerîka, Îsraîl, Siûdiye, Îmarat û Misirê re dest bi asayîkirina pêwendiyan kir.

Niha Tirkiye bi navbênkariya Rusyayê mijûlî başkirina pêwendiyên xwe yên bi Suriyeyê re ye. Herî dawî her du wezîrên Tirkiyê û Sûriyê li Belgradê hev dîtibûn û Enqere daxwaza şerê li dijî YPGê û lihevhatina opozîsyon û rêjîma Sûriyê kiribû.