Karkerên Şaredariyên Diyarbekirê ji mûçeyên xwe ne razî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Xebatkarên ser bi Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şeroşger (DÎSK) yên li şaredariyên Diyarbekirê kar dikin, li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê xwe pêşan dan û daxwaz kirin ku li hember enflasyonê (giranbûna bazarê) mûçeyên wan bên dirustkirin.

Li ser navê endam û rêvebirên sendîkayên ser bi DÎSKê ve, Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Sendîkaya Karkeran a Giştî Hasan Eroglû ragihand, 3 hezar û 600 karmendên li şaredariyan kar dikin, di bin giranbûna berhemên li bazarê de dinalin û bal kişand ku li gel wek destûrî qedexe ye jî, hin karker di bin kêmtirîn mûçeyên de, mûçeyan werdigirin.

Eroglû daxwaz kir ku demildest mûçeyên wan li gor destûrê û mercên ku bikarin debara xwe bikin bên dirustkirin.