Du senatorên Amerîkî daxwaz dikin Washington ji bo çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gavên pratîk biavêje

Robert Menendez û James Risch nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re şandin
James Risch û Robert Menendez
James Risch û Robert Menendez

Hewlêr (K24) – Du senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nîgeraniya xwe li ser biryarên van demên dawî yên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê nîşan dane.

Her du senatorên Amerîkî daxwaz kirine, Amerîka hewl bide ku kêşeya biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Senatoyê Robert Menendez û Endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Senatoyê James Risch di nameyekê de ji Antony Blinken re ragihandine: “Em bilez daxwazê ji îdareya Amerîkayê dikin ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê di astên herî bilind de bi hev ve werin gihandin, da ku rê bide berdewamiya karê enerjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê, ku beşeke veneqetiyayî ye di seqamgîrî û xweşguzerana Iraqê de, herwiha ji bo pêşxistina serxwebûna enerjiya Iraqê.”

Herwiha di nameyê de hatiye diyarkirin: “Em ji we daxwaz dikin, demildest di asteke bilind de pêwendiyê bi Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê bikin ji bo parastina seqamgîriya aboriya Hikûmeta Herêmê.”

Di beşeke din a nameyê de hatiye destnîşankirin: “Em hêvî dikin çareseriyek were dîtin, ku wê yekê misoger bike kompaniyên Amerîkî dikarin di demeke kin de karên xwe cîbicî bikin bi awayekî ku pabend bin bi yasayên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqa Federal.”

Her du senatoran eşkere kirine: “Divê îdareya Amerîkayê hewl bide sûdê ji civîna vê dema dawî ya Serokê Amerîkayê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî werbigre û pêwendiyeke berdewam pêşve bibe û bihêz bike, bi taybetî di demekê de ku proseya pêkanîna hikûmetê demeke dirêj ajotiye û hîn jî nehatiye çareserkirin.”