HDP daxwaza lêkolîna tawanên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” li Sûriyê dike

HDP ji parlamentoya Tirkiyê dixwaz dike lêkolînê di tawanên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li Sûriyê de bike

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP ji parlamentoya Tirkiyê daxwaz dike, lêkolîn di tawan û binpêkirinên ku ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike) ve li Sûriyê tên kirin de, bên kirin.

Cîgirên Serokê Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyeyê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç ji Parlamentoya Tirkiyê xwastin, tawan û binpêkirinên çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li deverên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de werin lêkolînkirin.

Dan xuyakirin jî, çekdarên girêdayî Tirkiyê tevlî gelek bûyerên talan, eşkence, destdirêjî û kuştinan bûne û li dijî Kurdan binpêkirinên mezin kirine û binpêkirin jî di raportên rêxistinên mafên mirov de cîh girtine.

Beştaş û Saruhan di pêşnûmeyê de gotin: “Ligel destpêkirina şerê naxweyî yê Sûriyê yê di sala 2011ê de, bi dehan grûpên çekdar ên weke El-Qaîdeyê derketin holê, ku piraniya wan sînorê Tirkiyê bi kar dianîn, desthilata AK Partiyê di operasyonên leşkerî de ev grûpên çekdar bi kar anîn, ku beşek ji wan grûpan bi DAIŞê re çalakiyên hevbeş kirine. Grûpên çekdar ên di bin navê SMO (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) de, ku desthilat li cihên bin kontrola xwe, rêveberî radestî wan kiriye, alîkariyên maddî û lojîstîk dabîn dike û wan diparêze.”

Her wiha gotin: “Tevî ku gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê û rêxistinên sivîl di rapor û daxuyaniyên xwe de gelek caran ragihandibûn ku van koman binpêkirinên giran ên mafên mirovan bi taybetî li dijî gelê Kurd pêk tînin, lê ev binpêkirin û sûcên hanê heta niha jî dewam dikin.”

Cîgirên Serokê Fraksiyona HDPê her wiha bang li parlamentoyê kirin ku bi çi derfet, pare û alîkariyên lojîstik piştevaniya çekdaran hatiye kirin, divê were zelalkirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di Adara 2018an de Efrîn û di Mijdara 2019an de Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kirin û ji wê demê ve gelek binpêkirinên mafên mirovan hatine kirin, wek kuştin, revandin û aşkencedana welatiyên sivîl û destdanîna li ser mal û milkên xelkê.