Serokê PAKê: Divê em miletê xwe neçarî tifaqên Cumhur û Milletê nekin

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li ser rikeberiya desthilat û opozîsyona Tirkiyê û hewlên pêkanîna tifaqan ji bo hilbijartinan ji K24ê re nirxandin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li ser rikeberiya desthilat û opozîsyona Tirkiyê û hewlên pêkanîna tifaqan ji bo hilbijartinan diyar kir: “Divê em xelkê xwe mehkûmî tifaqa Millet û tifaqa Cumhur û tifaqên din nekin, divê em alternatîvê jê re deynin.”

Mustafa Ozçelîk beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hewla pêkanîna tifaqeke din a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir: “Ji bilî tifaqa desthilatê ya Cumhur û tifaqa opozîsyonê ya Milletê, HDP li dû wê yekê ye ku bi çepên Tirkan re jî tifaqekê çêbike û jê re dibêjin tifaqa Demokrasiyê ku bi şeş partiyên çep ên Tirk re dixwazin bikin. Ligel vê jî, HDPê tevî hinek partiyên Kurdan, demekê bi navê tifaqa Kurdistanî pêwendiyek danî.”

Ozçelîk destnîşan kir: “Em weke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) me berê jî gotibû, HDP xwe weke partiyeke Tirkiyeyî pênase dike, ne rast e û ne maqûl e ku HDP pêkhateyeke tifaqa Kurdistanî be, tifaqa Kurdistanî rê û rêbaza wê cuda ne û em beşdarî tifaqa wan nebûn.”

Li ser pirsa "Gelo çima Kurd di maseya şeş alî ya opozîsyona Tirkiyê de cih nagirin?" Mustafa Ozçelîk diyar kir: “Tifaqa Millet wek bername û siyaset, ji sedî 99 weke tifaqa Cumhur e, di destûra heyî de her çar xalên ewilî ku hebûna Kurdan û mafên Kurdan red dikin, diparêzin û dibêjin yek dewlet, yek millet, yek welat û yek ala. Di reşnivîsa xwe de bi peyvek jî behsa milletê Kurd û behsa zimanê Kurdî nakin.”

Herwiha diyar kir: “Di şertên îro de xelkê me ji sedî 84 beşdarî hilbijartinan dibin, divê em xelkê xwe mehkûmî tifaqa Millet û tifaqa Cumhur û tifaqên din nekin, divê em alternatîvê jê re deynin, ji ber vê jî, em weke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji niha ve dibêjin 'Rast e, ev parlamento ne cihê çareseriyê be jî, ew sonda lê ye, ne ya Kurdan be jî, lê ji miletê xwe re alternatîvekê deynin', em dikarin li ser daxwazên acîl alternatîvê ji miletê xwe re deynin û em bikaribin bi hêzeke xurt ji miletê xwe re bibêjin him sîstema dagirkeriyê eşkere bikin, him jî bibêjin bila ev daxwazên me bên qebûlkirin.”