Erdogan diçe Ukraynayê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja pêncşemê li Ukraynayê dê ligel Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja pêncşemê li Ukraynayê dê ligel Volodimir Zelensky û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bicive.

Stephane Dujarric ragihand, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja pêncşemê 18ê Tebaxa 2022yan li bajarê Lviv yê Ukraynayê, dê ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive û roja 20ê Tebaxê jî serdana navenda hevahengiya dexlûdan a li Stenbolê bike.

Dujarric eşkere kir ku Antonio Guterres dê li Lvivê bi Zelensky û Erdogan re hevdîtineke sêalî pêk bîne û roja 19ê Tebaxê jî Gutters dê biçe bajarê Odessayê.

Herwiha diyar kir ku li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dê 20ê Tebaxê serdana Navenda Hevahengiya Hevbeş bike, ku ew navend ji bo veguhestina genimê Ukraynayê li Stenbolê hatiye sazkirin.