Li Akrê û Germiyanê du zanîngeh têne vekirin

Encûmena Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî vekirina Zanîngeha Polîteknîk a Germiyanê û Zanîngeha Akrê ya Zanistên Kirdarî pesend kir.
Civîna Encûmena Wezareta Perwerdehiya Bilind
Civîna Encûmena Wezareta Perwerdehiya Bilind

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî vekirina Zanîngeha Polîteknîk a Germiyanê û Zanîngeha Akrê ya Zanistên Kirdarî pesend kir.

Di daxuyaniya Encûmena Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî de hat diyarkirin, vekirina herdu Zanîngeha Polîteknîk a Germiyanê û Zanîngeha Akrê ya Zanistên Kirdarî hatiye pesendkirin.

Li gor daxuyaniyê, vekirina van herdu zanîngehên hikûmî, bi mebesta berfirehkirina derfeta perwerdehiya teknîkî û warê zanistên kirdarî, di çarçoveya stratejiya Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Herwiha hat destnîşankirin, piştî pesendkirinê, ji aliyê Encûmena Wezaretê ve pêşniyara vekirina van du zanîngehan dê ji Serokatiya Encûmena Wezîran re were pêşkêşkirin ji bo biryara dawî ya li ser vekirina wan.