Enqere mijûlê asayîkirina pêwendiyên bi Şamê re ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyê ku demekê Serokê Sûriyê Beşar Esad wekî terorist bi nav dikir, niha mijûlê asayîkirina pêwendiyên bi wî re ye.

Piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu aşkere, wî li Belgradê bi hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad re hevdîtin kiriye, hefteyek e berpirsên hikûmeta Enqerê banga asayîkirina pêwendiyên her du welatan dikin.

Cîgirê Serokê AK-Partiyê Hayatî Yazici diyar kir, pêwendiya wan a bi Sûriyê re heta niha sînordar bû, lê ew dikarin asta vê pêwendiyê bilindtir bikin û rasterast bi Şamê re biaxivin.

Endamê Encûmena Rêveberiya Biryardana Navendî ya AK-Partiyê Metîn Kulunk jî di hevpeyvîneke xwe de dibêje, ew dixwazin pêwendiyên wan a bi Şamê re vegere beriya şerê navxwe ya Sûriyê ya sala 2011ê.

Li gorî Kulunkî, armanca welatên rojava, avakirina erdnîgariyeke perçekirî ye û welatên rojavayî dilxweş in ku yekperçebûna xaka Tirkiyê di metirsiyê de be.

Di keşeke wiha de, şandeke Partiya Wetenê ku partiyeke çep-nîjadperest e serdana Şamê dike.

Partiya Wetenê radigihîne, di nava 10-15 rojan de bi pêşengiya Serokê Giştî yê wê partiyê Dogu Perînçek de şandek dê biçe Şamê û di asteke bilind de hevdîtinan bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî berî çend rojan bi daxuyaniyekê piştgiriya gavên hikûmeta Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de avetine kiribû û gotibû, divê Tirkiye pêwendiyên xwe yên bi Şamê re bigihîne asta danûstandinên siyasî.

Ev yek di demekê de ye, Bahçelî berî du salan, banga dagîrkirin û hilweşandina rêjîma Şamê kiribû.

Ev peyamên tên dayîn, nîşan didin ku Tirkiye dê siyaseta xwe ya bi Sûriyê biguherîne, ji ber ku Enqere ne tenê ji bo Sûriyê, lê belê ew lêvegereke giştî li ser xetên siyaseta xwe ya derve dike û divê çarçoveyê de bi Îmarat, Siûdiye û Misirê re piştî demeke dirêj careke din dest bi dansûtandinên siyasî kiriye.