HSD kuştina 4 şervanên xwe di êrîşa Tirkiyê de radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya HSDê, kuştina 4 şervanên xwe di êrîşa artêşa Tirkiyê li ser li Amûdê de ragihand.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, duh droneke artêşa Tirkiyê xaleke Hêzên Erkê Xweparastinê ya li Amûdê bombebaran kir û di encamê de 4 şervan hatin kuştin û hejmarek sivîl jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, artêşa Tirkiyê bombebaran û êrîşên xwe li ser cihên niştecihbûna sivîlan li bajarê Kobanî û gundewarê wê zêde kirine ku di encamê de zarokek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn ku jin jî di nav de hene.

HSD dibêje, zêdebûna êrîşên artêşa Tirkiyê li ser herêmên niştecihan, binpêkirina hemû têgihîştin û peymanên navdewletî ye.

Her duhî jî, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyê li gundê Çarqilê ya li nêzîkî Kobanî, bombebaran kir û 17 leşker hatin kuştin.

Ev bombebarankirina xaleke artêşa Sûriyê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve di demekê de ye, çend roj in berpirsên Tirkiyê behsa asayîkirina pêwendiyên bi rêjîma Şamê re dikin.