Li 4 gundên Diyarbekirê 25 roj in av hatiye birîn

Muxtarên gundan dibêjin ji wan re hatiye gotin ava bajêr kêm bûye û ji bo ku têra bajêr bike, ava gundan tê birrîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li 4 gundên Diyarbekirê 25 roj in av nayê û welatiyên gund ji neçarî ji derve avê tînin û hêdî hêdî di nav zarokên gund de nexweşî jî dest pê kiriye. Muxtarên gundan dibêjin ji wan re hatiye gotin ava bajêr kêm bûye û ji bo ku têra bajêr bike, ava gundan tê birrîn.

Li 4 gundên navçeya Yenîşehîrê ya navenda Diyarbekirê yên bi navê Qamişek, Eynyetî, Mala Fîsê û Herbutê 25 roj in av nayê. Li van gundan kêmzêde 5 hezar welatî dijîn û ji ber neyîna avê mexduriya gundiyan her ku diçe mezintir dibe. Derbarê neyîna avê de jî muxtarên gundan hewil dane bi berpirsan re biaxivin lê encamek bi dest nexistine, muxtar dibêjin ji wan re hatiye gotin ji ber ava bajêr kêm bûye, ji bo ku av têra bajêr bike ava gundan tê birrîn.

Muxtarê Gundê Qamişek Hamza Kaya ji K24ê re diyar kir: “Ji me re gotin ava Diyarbekir kêm e û têra wan nake, ji ber wê jî ava gundan dibirrin. Deverên girêdayî navendê û nêzîkî navendê bin ava wan tê birrîn da ku av têra bajêr bike.”

Welatiyên ku li van gundan dijîn dibêjin ji ber ku av pêdiviya sereke ye ew nikarin di nava rojê  de gelek karê xwe bikin û kesên derfetên wan hebin bi tankêran ji derveyî gund avê tînin lê vê carê jî ji ber ku ava tînin ne paqij e dibe sedema nexweşiyan.

Welatiyê bi navê Mîkaîl Unan diyar kir: “Av nebe jiyan radiweste, av nebe em ê çawa bijîn. Me ji DÎSKÎ re telefon kir, ji me re gotin em ê ji we qut bikin û bidin bajêr. Ma ne em jî mirov in. Çima li me wisa dikin. Mafê wan tine ji me re wisa bêjin. Dema deynê avê were standin tên pereyê xwe distînin. Ê ma ka sûcê me çi ye?.”

Welatiya bi navê Zennure Demîr jî got: “Firkî av nayê, tiştek nayê şûştin, firaqê me ser dezge ne. Em bêav in. Em derin bi tiliman tînin têr nake. Ava qenalê pîs e ji me re nabe. Em derin çolan tînin kêrî me nayê. Av jî zincarî ye û zarokên me pê nexweş dikevin. Herareta wan heye û vedireşin.”

Di meha Tîrmehê de Gerînendehiya Karûbarên Avê ya Diyarbekirê bang kiribû ku li Diyarbekirê divê di bikaranîna avê de hişmendiyeke hevpar çêbibe û heta ji welatiyan were divê avê belasebeb bi kar neynin.

 25 roj in li 4 gundan av nîne û gundî ji bo ku avê bibin malên xwe dikevin dorê de, lê gelek caran ava ku dibin malê jî tenê ji bo nîvrojê têra wan dike.