Amerîka derbarê beşa duyem a “S-400” de gefa danîna cezayan li Tirkiyê dixwe

Price: Ji her demê giringtir e ku hemû welat di şerê hovane û nerewa yê Rûsya li dijî Ukranyayê de bi pîşesaziya berevaniyê ya Rûsyayê re hevkariyê nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de li ser egera kirîna beşa duyemîn a sîstema berevaniya asmanî (mûşekên S-400) ji Rûsyayê, gef li Tirkiyê xwar.

Price ragihand, agehiya wan ji kirîna beşa duyemîn a mûşekên S-400 nîne û got, ji her demê giringtir e ku hemû welat di şerê hovane û nerewa yê Rûsya li dijî Ukranyayê de bi pîşesaziya berevaniyê ya Rûsyayê re hevkariyê nekin. Ji ber ku ev yek wan dixe di metirsiya cezayan de.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Mendes jî duhî nîgeraniya xwe li ser nûçeyên ku dibêjin Tirkiye dixwaze beşa duyemîn a sîstema berevaniya asmanî (S-400) ji Rûsyayê bikire, nîşan dabû.

Mendes di daxuyaniyekê de got, eger ev kirîn bi rastî pêk hatibe, “dê binpêkirineke din a eşkere ya cezayên ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve li dijî Rûsyayê hatine sepandin be.”

Got jî: “Tirkiye berpirsiyariya pabendbûna xwe ya eşkere bi NATO, aştî û ewlekariya herêmî hldigire ser milê xwe, bi riya redkirina her hevkariyeke leşkerî bi tawanbarekî şer wek Vladimir Putin re.”

Ajansa nûçeyan a Rûsî “TASS” roja Sêşemê ji zarê Serokê Dezgeha Federal a Hevkariya Leşkerî-Teknîkî ya Rûsî Dmitriy Shugayev ragihand, Rûsya û Tirkiyê girêbestek ji bo “beşa duyemîn” a S-400 bi Tirkiyê re îmze kirine.

Çavkaniyên berevaniyê yên Tirkiyê zû îdiayên Rûsyayê red kirin ku wê peymanek nû îmze kiriye û diyar kirin ku beşa duyemîn a mûşekên S-400-a beşek ji peymana destpêkê ye.

Rêkeftina mûşekî ya S-400 di navbera Enqere û Moskoyê de yek ji sedemên sereke yên aloziya di pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de ye. Amerîka jî bêhtirî carekê nîgeraniya xwe nîşan da û dît ku ev peyman, hevkariya leşkerî-teknîkî a di navbera hevkarên NATO de sînordar dike.