Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Germiyanê dest bi operasyoneke hevbeş kir

Di operasyonê de çend tonel û şikeftên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin, hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li Germiyanê li navçeyên di bin kontrola xwe de, dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kirin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, îro 18ê Tebaxa 2022an, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh li Germiyanê û bi taybet li sînorê Xaneqînê li dijî DAIŞê kir.

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, hêzên artêşa Iraqê li sînorê parêzgeha Diyale dest bi operasyonekê kirin û bi hevbeşî ligel hêzên Pêşmerge navçeyên di navbera her du aliyan de lêgerîn û pişknînê dikin.

Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge ev çendîn car in li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, operasyonên hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê encam dane. Operasyona vê carê jî li navçeyên çiyayî yên di navbera Kifrî û Xurmatûyê de tê kirin ku çend sal in tevgera çekdarên DAIŞê lê heye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, operasyon îro berbangê dest pê kiriye. Di operasyonê de çend tonel û şikeftên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin, hatine dîtin. Heta niha ti ziyanek negihîştiye hêzên Pêşmerge

Ji aliyê xwe ve, Şaneya ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên federal û Pêşmerge dest bi operasyona hevbeş a bi navê “Vîna Tund/Qonaxa Pêncem” kir.

Şaneyê diyar kir jî, hevkarî û hevahengiya berdewam a di navbera beş û cureyên dezgehên ewlehiyê de encamên erênî di şopandina paşmahiyên çeteyên DAIŞ’ê de peyda kirine.

Şaneyê diyar kir jî, ev operasyon bi "Armanca lêgerîna li herêma operasyonên hevbeş ên di navbera yekîneyên hêzên federal û Herêma Kurdistanê de li Diyala Xurmatûyê de ye.