Mercên Sûriye û Tirkiyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyan

Hikûmeta Sûriyê 5 daxwaz ji bo asayîkirina pêwendiyan ji Tirkiyê kirine
Beşar Esed û Recep Teyip Erdgan - Arşîv
Beşar Esed û Recep Teyip Erdgan - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavûşoglu yên derbarê hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê û lihevhatina opozîsyon û hikûmeta Şamê, Sûriyê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re, pênc daxwazên sereke ji Tirkiye û Erdogan dike. Tirkiye jî daxwaza nehiştina PKK û YPG li bakurê Sûriyê û vegera koçberan dike.

Hefteya borî rojnameya “Turkiye Gazetesi” ya nêzî hikûmeta AK Partiyê di nûçeyeke xwe de eşkere kiribû, dibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ligel serokê Sûriyê Beşar Esed bicive. Vê carê jî heman rojnameyê pênc daxwazên hikûmeta Şamê yên ji Tirkiyê û daxwazên Tirkiyê yên ji Sûriyê eşkere kirin.

Tirkiye piştî 11 salan dixwaze dubare pêwendiyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê asayî bike. Asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê di demekê de ye, hefteya borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çauûşoglu got ku wî hevdîtinek kurt li Belgrada paytexta Sirbîstanê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad pêk aniye. Herwiha Çavuşoglu gotibû, divê opozisyon û hikûmeta Sûriyê li hev bikin.

Piştî van daxuyaniyên Çavuşoglu, li gelek bajar ûbajarokên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de xwepêşandan li dijî axaftinên Çavuşoglu hatin kirin û ala Tirkiyê jî hatibû şewitandin.

Li gor rojnameya “Turkiye Gazetesi”, hikûmeta Sûriyê 5 daxwaz ji bo asayîkirina pêwendiyan ji Tirkiyê kirine.

Mercên Şamê ji bo asayîkirina pêwendiyan:

- Vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê

- Idlib dubare vegere di kontrola Şamê de

- Dergehê sînorê Bab El-Hewa ya li Idlibê vegere bin deshilata Şamê

- Asayîkirina tevgera bazirganî di deriyê sînorî Cîlvegoz / Bab El-Hewa re

- Riya M4 ya Hesekê bi Heleb û Lazqiye bi hev ve girê dide, veger bin kontrol Şamê.

Heman rojname di nûçeya xwe de radigihîne ku Tirkiyeyê li beramberî van daxwazên Sûriyê çend daxwazên sereke ji rêveberiya Şamê dike.

Mercên Tirkiyê:

- Nehîştina PKK û YPG li herêmê

- Jinavbirina metirsiyên terorê li ser sînor

- Pêvajoya siyasî û leşkerî di navbera opozisyon û Şamê de bê destpêkirin

- Vegera koçberên Sûrî yên li Tirkiyê

- Kiryarên piştî veger û niştecihbûna koçberan

Herwiha Tirkiye daxwaz dike di qonaxa yekem de koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ne, vegerin navçeyên Humis, Şam û Helebê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 5’ê Tebaxê li bajarê Sochî hevdîtin pêkanî bûn. Putin di wê hevdîtinê de daxwaz ji Erdogan kiribû pêwendiyên xwe ligel Sûriyê asayî bikê û pirsgirêkên li Sûriyê ligel rêveberiya Şamê çareser bike.