Heqê genimê cotkarên Duhokê gihîşte bankayên Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Bexdayê şeşem heqê genimê cotkarên parêzgeha Duhokê yê bi qasî 17 milyar Dînar şande bankayên Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Bexdayê şeşem heqê genimê cotkarên parêzgeha Duhokê yê bi qasî 17 milyar Dînar şande bankayên Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Rêeveriya Bazirganiya Dexlûdan a Duhokê Nazim Koçer ji K24ê re ragihand, heqê cotkaran gihîştiye bankayên Herêma Kurdistanê û di demeke nêz de bi ser cotkaran de dê were dabeşkirin.

Nazim Koçer eşkere kir, ji wê 17 milyar Dînarên ku hatine şandin, milyarek û 228 milyon Dînar heqê cotkarên Sayloya Feydiyê ye û li Banka Gare ya Duhok tê dabeşkirin, 10 milyar û 822 milyon heqê Sayloya Şêxan e û li Banka Şêxan tê wergirtin, ji bo cotkarên Sayloya Zaxo jî 4 milyar û 945 milyon Dînar bo Banka Xabîr hatiye şandin.

Koçer destnîşan kir, her cotkarekî Sayloya Fediyê ku heta beriya 25ê Tîrmehê û sayloyên Şêxan û Zaxo jî heta beriya 24ê Tîrmehê genimê xwe radest kirine, dikarên çekên pereyên xwe werbigrin.

Îsal ev şeşem heqê genimê cotkaran e ku tê dabeşkirin. Birên yekem, duyem û sêyem, her carê 500 milyon Dînar, cara çarem 6 milyar û 600 milyon Dînar û cara pêncem jî 14 milyar Dînar bû, ango bi her şeş caran heta niha 39 milyar û 100 milyon Dînar bo cotkarên parêzgeha Duhokê hatine şandin.

Niha jî bi qasî 309 milyar Dînar heqê genimê cotkarên Kurdistanê yên salên 2014, 2015 û 2016an li cem hikûmeta Bexdayê mane û ji wê, 92 milyar Dînar heqê cotkarên parêzgeha Duhokê ye.