Piştî kêmbûna ava çemê Feratê gorên dîrokî derketin holê

Li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê piştî kêmbûna ava Feratê gorên dîrokî derketin holê.
Wêne: AFP
Wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê piştî kêmbûna ava Feratê gorên dîrokî derketin holê.

Li ser torên medyaya civakî çend dîmenên qiraxa çemê Feratê hatin belavkirin ku li bajarê Minbicê yê rojhilatê Helebê hatine tomarkirin, tê de diyar dibe ku ava çemê Feratê gelek kêm bûye.

Welatiyê ku vîdeo tomar kiriye, li ber qeraxa çem rawestiyaye û dibêje ava çem bi qasî 7 metre daketiye û piştî wê "goristaneke dîrokî" derketiye holê.

Beriya niha jî li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê piştî kêmbûna ava çemê Feratê, li bendava Kebanê, keleha dîrokî ya Hastek derketibû holê.

Keleha Hastek li gundê Yenîpayam ê ser bi navçeya Paxnîk (Agin) a Elezîzê li qeraxa çemê Feratê ye û mirov tenê bi kelekan dikarin xwe bigihînin kelehê.