Lûtkeya navbera Zelensky, Erdogan û Gutters bi dawî bû

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan.

Hewlêr (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan.

Lûtkeya sêalî li bajarê Lvivê yê Ukraynayê birêve çû, li gor zanyariyên ajansa AAyê, civîn 40 xulek ajot.

Hat ragihandin ku di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê Îstixbarata Netewî Hakan Fîdan û Berdevkê Koşka Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky îro pêncşemê 18ê Tebaxa 2022yan ragihand, divê Neteweyên Yekbûyî silametiya baregeha atomî ya Zaporijya biparêze, ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve bi awayekî berdewam tê bombebarankirin.

Volodimir Zelensky diyar kir, Rûsyayê tirseke mezin li ser baregeha atomî ya Zaporijya dirust kiriye, dibe ku di siberojê de cîhan tûşî karesatê bibe.

Beriya niha Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kiribû, kontrolkirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, metirsiya karesata atomî li ser Ukrayna û civaka navdewletî dirust kiriye.

Jens Stoltenberg diyar kiribû, divê demildest hêzên Rûsyayê ji baregeha atomî ya Zaporijya vekişe û rê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê were dayîn ku çavdêriya baregehê bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê gotibû: “Dagikirina wêstgeha Zaporijya ji aliyê Rûsyayê ve, gefa cidî li ser asayîşa wêstgehê û welatiyên Ukraynayê dirust kiriye.”

Ji 24ê Sibata 2022yan ve artêşa Rûsyayê êrîş dike ser Ukraynayê û beşeke axa Ukraynayê dagir kiriye.