HDP welatiyan vedixwîne çalakiya li dijî qeyûman
Diyarbekir (K24) - Di salvegera danîna qeyûman ser Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê de HDP dê çalakiyan li dar bixe û ji bo vê yekê jî bi civîneke çapemeniyê xelk bo beşdariya çalakiyan hat vexwendin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyan dike ku salvegera danîna qeyûman ser Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê de ango di 19ê tebaxê de çalakiyên şermezarkirinê li dar bixe.
Rayedarên HDPê bo xelkê vexwînin beşdariya çalakiyan jî li Parqa Koşuyolu civînek çapameniyê li dar xistin û Hevserokê HDPê yê Şaxa Diyarbekir Zeyad Ceylan amaje kir ku danîna qeyûman xespkirina vîna gelê Kurd e û bang li xelkê kir ku beşdarî çalakiyê bibin.
Piştî daxuyaniyê girseya HDPê ji Parqa Koşuyolu heta Şaxa HDPê ya Yenîşehîrê meşiya û di rê de li gel welatiyan axivîn û ew vexwendin çalakiya 19ê Tebaxê ya ber Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê.