Şirnexî: Erdogan ji bo hilbijartinên sala bê êrîşî Rojava dike

“Piştî gefên ku xwar, ji bo ku derew neyê xuyakirin û rûmeta xwe vegerîne, van dronan bi kar tîne û bi van dronan xelkê dikuje. Ji bo miletê xwe pê mijûl bike û di hilbijartinên sala bê de cihekî bigre.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Siyasetmedar Sidîq Şirnexî li ser sedemên êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Piştî gefên ku xwar, ji bo ku derew neyê xuyakirin û rûmeta xwe vegerîne, van dronan bi kar tîne û bi van dronan xelkê dikuje. Ji bo miletê xwe pê mijûl bike û di hilbijartinên sala bê de cihekî bigre.”

Sidîq Şirnexî ji bajarê Bochum yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser sedemên bêdengiya Amerîka û Rûsyayê li hember êrîşên Tirkiyê axivî.

Şirnexî diyar kir ku Erdogan gelek xwest amadekariyê bike bi Sûriye, Iraq, Amerîka û Rûsyayê re ku 30 kîlometre derbasî nav Sûriyê bibe, lê ev bi ser neket û got: “Li Tehranê, Serokê Rûsyayê û Serokê Îranê jê re gotin nabe tu derbas bibî, di civata Soçiyê de jî Rûsyayê got 'Werin em lihevhatinekê di navbera we û Sûriyê de çêkin li şûna ku hûn derbas bibin', Amerîkayê jî negotiye 'Erê', ji ti derekê kesek nedît ku piştgiriya wî bike.”

Li ser sedemên êrîşên dronan li Rojavayê Kurdistanê, Sidîq Şirnexî diyar kir: “Piştî gefên ku xwar, ji bo ku derew neyê xuyakirin û rûmeta xwe vegerîne, van dronan bi kar tîne û bi van dronan xelkê dikuje. Ji bo miletê xwe pê mijûl bike û di hilbijartinên sala bê de cihekî bigre.”

Li ser sedema wê yekê ku Erdogan nekarî piştgiriya navdewletî werbigre ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, Sidîq Şirnexî eşkere kir, Amerîkayê fêm kiriye ku Erdogan dixwaze xwe ji bandora Amerîkayê rizgar bike.

Şirnexî destnîşan kir ku Rûsya û Îran hewl didin Tirkiye opozîsyona Sûriyê bi hikûmeta Şamê re bîne cem hev û got, Erdogan hevpeymaniya xwe bi temamî diguherîne, ji aliyê navdewletî ve bi Rûsya û Îranê re tevdigere.

Herwiha eşkere kir: “Erdogan eger bi Sûriyê re li hev bike, Sûriye bi rêya Moskowê jê re gotiye 'Deverên ku te ew standine, divê ji me re vegerînî, Efrîn û Girê Spî divê tu ji me re vegerînî', ev tişt ji wan re jî gotiye, ji QSDê re jî gotiye û ji PYDê re jî gotiye.”