Nexweşiya Xuriya Meymûn li 49 eyaletên Amerîkayê belav bûye

Navenda Amerîkî bo Têkoşîna Nexweşiyan û Xweparastinê ragihand, heta niha 13 hezar û 500 kes bi vîrusa Xuriya Meymûn ketine.

Hewlêr (K24) – Navenda Amerîkî bo Têkoşîna Nexweşiyan û Xweparastinê ragihand, heta niha 13 hezar û 500 kes bi vîrusa Xuriya Meymûn ketine.

Navendê duh pêncşemê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li 49 eyaletên Amerîkayê nexweşiya Xuriya Meymûn derketiye.

Hikûmeta Amerîkayê di destpêka vê mehê de rewşa awarte di warê tendirustiya giştî de ragihand.

Ragihandina vê rewşa awarte piştî wê yekê hat ku hejmara pêketiyên nexweşiya Xuriya Meymûn li Amerîkayê zêde dibin.

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyan, aliyên tendirustiyê helmeta dabeşkirina vaksînê bileztir kirin û dest bi dabînkirina dermanê pêwîst ji bo tedawiya nexweşiyê kirin.

Nexweşiya Xuriya Meymûn cara yekem di sala 1958an de di pêketina du meymûnên baxçeyê ajalan a lêkolînên zanistî de li welatê Danîmarkayê hatibû dîtin.

Jêder: AA