Sê endamên Kongresê daxwaza çareseriya kêşeya petrol û gaza Herêma Kurdistanê dikin

Sê endamên Kongresa Amerîkayê li ser çareseriya kêşeya petrol û gazê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kirin.
Endamên Kongresê; Michael Waltz, Dina Titus û Doug Lamborn
Endamên Kongresê; Michael Waltz, Dina Titus û Doug Lamborn

Hewlêr (K24) – Sê endamên Kongresa Amerîkayê li ser çareseriya kêşeya petrol û gazê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kirin.

Endamên Kongresê; Michael Waltz, Dina Titus û Doug Lamborn ragihandin, li gor madeyên 111 û 112 yên destûra Iraqê desthilat ji herêman re hatiye dayîn ku veberhênanê di çavkaniyên xwe yên sirûştî de bikin û di destûrê de weke serweta hemû xelkê Iraqê hatiye nasîn.

Di nameyê de hatiye diyarkirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya bendên 111 û 112 yên destûra Iraqê, dest bi veberhêna petrol û gaza herêma xwe kiriye û hejmarek kompaniyên Amerîkayê di wê proseyê de beşdar in.”

Her sê endamên Kongresê tekez kirine ku Herêma Kurdistanê bi geşepêdana ji sedî 11 kêlgehên xwe, gihîştiye asta rojane 450 hezar bermîl petrol û kompaniyên Amerîkî 300 milyon Dolar veberhênanê tê de dikin.

Herwiha eşkere kirine ku berhema gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dikare alîkar be ji bo dabînkriina gaza sirûştî ji bo Iraqê û bi rêya Tirkiyê ve bo başûrê Ewropayê were hinardekirin.

Di beşeke din a nameyê de endamên Kongresê bal kişandine ser wê yekê ku ji ber biryara Dadgeha Federal a li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê, Bexdayê girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel du kompaniyên Amerîkî û du kompaniyên Ewropî betal kirine, lê belê li ser girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel kompaniyên Rûsî û Çînî ti biryarek nedaye.

Endamên Kongresê di dawiya nameya xwe de ji Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz kirine ku Bexda û Hewlêr pabend bikin bi rêkeftinê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên ji bo veberhênana enerjiya xwe, werin parastin.