Hejmara qurbaniyên bûyera Mêrdînê zêde bû: 19 mirî, 26 birîndar

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê frêna TIRekê teqiya, TIR pêşî li du otomobîlan qelîbî û piştre kete nav çayxaneyekê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê frêna TIRekê teqiya, TIR pêşî li du otomobîlan qelîbî û piştre kete nav çayxaneyekê. 19 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn.

Bûyer li nêzîkî benzînxaneyeke navçeyê rûda. Frêna wesayîteke barhilgir teqiya û li du otomobîlan qelibî.

Piştre wesayîteke din a barhilgir jî kete nav qerebalixa welatiyên ku ji bo alîkariya bûyera trafîkê li cihê qezayê bûn.

Di bûyerê de 19 kesan canê xwe ji dest dan, ku di nav wan de zarok jî hene, herwiha 26 kes jî di bûyerê de birîndar bûn.

KOCA: 19 KESAN CANÊ XWE JI DEST DAN

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê qezayê de daxuyanî da û ragihand: “Em bi nûçeyeke din a qezaya trafîkê lerizîn. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê TIRekê ku frêna wê teqiya, kete nav qerebalixê, 16 kesan canê xwe ji dest dan û 29 kes birîndar bûn, ku ji wan 8 kes rewşa wan giran e.”

Fahrettin Koca herwiha diyar kir: “Xwedê rehma xwe li kesên mirin bike, serê malbatên wan sax be, şifaya xêrê bide birîndaran. Ji bo dermankirina birîndaran hemû derfet hatin seferberkirin. Hêviya me ew e ku ji ber qezayên trafîkê yên li Dîlok û Mêrdînê em êşeke nû nekşînin. Wek gel em xemgîn in."

Koca di peyama xwe ya duyem de ragihand: “Mixabin hejmara kesên di bûyera trafîkê ya Dêrika Mêrdînê de ku barhilgirek kete nav qerebalixê, derket 19 kesan. Hejmara birîndaran 26 kes e, ku ji wan rewşa 6 kesan giran e.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Mixabin îro di qezayên trafîkê de qirika me tije bû. Li Mêrdînê li heman cihî, li pey hevdu qeza rûdan. Hemû tîmên me seferber in. Li gor tespîtên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Birîndarên ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.”