Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya li Iraqê kir

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê herdem xwazyar û amade ye hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Tebaxa 2022an, pêşwazî li Balyozê Japonya li Iraqê Suzuki Kotaro kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê li Hewlêrê Japonyayê Nikhiro Arakawa amade bû, Balyozê Japonyayê behsa xebata gelê Kurdistanê ji bo gihîştina azadiyê kir û pesnê rola Cenabê Barzaniyê Nemir, Serokê Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê kir ji bo hewlên wan di misogerkirina maf û destkeftên dîrokî ji gelê Kurdistanê re.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê ew yek dupat kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan, babeteke girîng e û cihê girîngîpêdanê ye.

Her wiha bi kurteyek derbarê hevkarî û hemahengiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistan yên derveyê îdareya Herêmê û cihên din ên Iraqê pêşkêş kir ku girêdayî bi babetên xizmetguzarî yên giştî û dabînkirina av û kehrebe bû. Serok Barzanî jî spasî Balyozê Japonî kir û hêvî xwast peywendiyên di navbera her du aliyan zêdetir geş bibin.

Rewşa siyasî ya Iraq û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê herdem xwazyar û amade ye hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.