Amerîka banga kêmkirina rageşiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ​​ji hemû aliyan kir ku hêlên agirbestê biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price got, Washington ji kiryarên tundûtûjîya yên li ser sînorê Sûriyê bi Tirkîyê re nîgeran e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price îro Sêşemê got: “Amerîka ji êrîşên vê dawiyê yên li ser sînorê bakurê Sûriyê gelekî nîgeran e û Daxwazê ​​ji hemû aliyan dike ku hêlên agirbestê biparêzin.”

Price got: “Em ji bo ketina qurbaniyên sivîl li Bab, Heseke û deverên din xemgîn in.” Price diyar kir jî, Amerîka ji bo têkçûna DAIŞê û dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re pabend e.

Di dema dawî de êrîşên Tirkiyê li ser deverên sivîlan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û ser xalên leşkerî yên HSDê û artêşa Sûriyê zêde bûne û hejmarek sivîla bûne qurbanî. Li hemberê jî hat gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê roja 19ê Tebaxê bajarê Babê topbaran kir û di encamê de 14 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn.

Piştî zêdebûna êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, sê berpirsên Neteweyên Yekgirtî bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku pabendî erkên xwe yê parastina sivîlan bibin.

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Imran Xan, Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî ji bo kirîza Sûriyê Muhened Hadî û Rêvebira Herêmî ya UNICEF bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Adele Khader pêr 21ê Tebaxê gotin: “Ev karesatên metirsîdar li navçeyên Sûriyê careke din nîşan didin ku sivîl ku piraniya wan jin û zarok in dibin qurbaniyên şer û tundûtûjiyan.”

Her sê berpirsan daxwaz ji aliyan kirin ku hemû tedbîran werbigirin ji bo kêmkirina ziyanan li ser sivîlan û pabendî parastina sivîlan bibin.