Kerkûk.. Di êrîşên çekdarên DAIŞê de 4 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li sê cihên cuda ên Kerkûkê êrîşî ser hêzên Polîsa Federalî ya Iraqê kirin û di encamê de 3 polîs û kesekî din hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser xaleke Polîsa Federalî li Nahiya Riyaz li rojavayê Kerkûkê kirin û di encamê de, polîsek hat kuştin û polîsekî din birîndar bû.

Peyamnêrê destnîşan kir jî, çekdarên DAIŞê bi ser gundê Hecel a ser bi nahiya Riyazê de girtin û Muxtarê Gund Mihemed Nicim kuştin û kurê wî jî birîndar kirin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, çekdarên DAIŞê li bajarokê Daqûqê êrîşî ser xaleke Firqeya 5 a Polîsa Federalî kirin û di encamê de 2 polîs hatin kuştin.